Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li zîndanên dewleta Tirk ji bo şikandina tecrîdê û azadiya Rêber Apo di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi greva birçîbûnê kiribûn.
Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK’yî û PAJK’î daxuyanîyek da û diyar kir wan li ser banga komîteya zindanê ya PKK û PAJK’ê çalakiyên xwe yên greva birçîbûnê bi dawî kirine.
Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo ya ku roj bi roj giran dibe di 27’ê Mijdara 2020’an dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kiribûn.
Duh komîteya zindanê ya PKK û PAJK’ê bi daxuyaniyekê banga bidawîkirina grevên birçîbûnê kir.
Îro di roja 290’î de biryara bidawîkirina greva birçîbûnê li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya hate ragihandin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin girtiyên PKK’yî û PAJK’î li ser bingeha pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ku tevgera azadiyê salek berê dabû destpêkirin, di 27’ê Mijdara 2020’an de tevlî pêngavê bûn û wiha hate gotin,
“Pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û bi Rêbertî re azad bibin’ dikeve sala duyemîn. Armanca girtiyên PKK’yî û PAJK’î ev bû ku bi awayê herî xurt tevlî pêngava azadiyê bibin. Di vê qonaxa pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de berpirsyariya gel û saziyên demokratîk gelekî zêde ye.
Em bawer in di qonaxa nû ya pêngavê de wê gelê me û hêzên gerîla bi hev re têkoşînê geş bikin. Em girtiyên PKK’yî û PAJK’ê jî amade ne ji bo Rêbertiya xwe, gelê xwe û azadiya welatê xwe berdêlê bidin. Em ê bi ruhê berxwedana zindana Amedê ya di 12’ê Îlonê de li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ew weke girtiyên PKK’yî û PAJK’î li ser banga komîteya zindanê ya PKK û PAJK’ê ji îro şûnde çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin û bi çalakiyên cihêreng tevlî pêngava azadiyê bibin.