Dagirkeran gundên Şera û Minbicê topbaran kirin

Dagirkeran du gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê topbaran kirin. Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî ragihand ku hewldana derbasbûna çeteyên dewleta Tirk li bakur rojavayê Minbicê, hat têk birin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Bênê, yê Şêrawa û gundên Malikiyê û Kela Şewarxe yên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kirin.

Hate ragihandin ku dagirkeran zêdeyî 10 topên hawanan li gûndê Benê xistin û topbaran zêdeyî saetekî dewam kir.

Artêşa Tirk gundekî Minbicê bi doranan bombebaran kir

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundê El-Hemam ê bakurê rojhilatê Minbicê, bi balafireke bêmirov bombebaran kir.

Hat ragihandin Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî hewldana çeteyên dewleta Tirk a li bakurê rojavayê Minbicê têk birin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva çeteyên dewleta Tirk da

Li aliyekî din jî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbarê hewldana çeteyên dewleta Tirk ya ketina nuqteyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya li derdora gundê Um Edesa, daxiyaniyek da.

Hat ragihandin Hêzên Meclisa Leşkerî bersiva êrişan dan û şerekî giran rû da.

Li gorî daxuyaniya, hemwextî şer artêşa Tirk a dagirker ji baregeha El-Yaşlî, nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û gundên derdora Um Edesa û El-Dendeniye topbaran kir.

Back to top button