FBI belgeyên êrişa 11’ê Îlonê ya li dijî DYA eşkere kir

Li Amerîka merasîma ji bo kesên di êrişa 11’ê Îlona 2001’an de mirin hate lidarxistin. Piştî merasîmê Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) bi fermana serokê DYA Joe Biden, beşek ji belgeyên veşartî yên li ser êrişê eşkere kir. Di beşa hatî eşkerekirin de, nîşaneya aloziyeke navbera Riyad û Waşîngtonê de derket. Ji ber di belgeyan de tiliya tewambariyê nêzî Erebîstana Siûdiyê jî bû.

20 sal di ser êrişa 11’ê Îlona 2001’an a li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) re derbas bû.

4 balefirên rêwiyan ku ji aliyê rêxistina teror El Qaîde ve hatin revandin, welat veguherandin qada xwînê.

Di êrişên ku pêk anîn de, 2 hezar 977 kes mirin û zêdeyî 6 hezar jî birîndar bûn.

Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) ji wê rojê ve li ser bûyerê dest bi komkirina belgeyan kir.

Herî dawî hefteya derbasbûyî Serokê DYA Joe Biden ferman da FBI ku van belgeyan ji civakê re eşkere bike.

Belgeyên qala wê tê kirin 4’ê Nîsana 2016’an hate amadekirin.

Di belgeyên ku heta niha veşartî hatîn hiştin de, tiliya Erebîstana Siûdî jî xuya dike.

Têkliya xwendevanek DYA Omer Beyum ku wê demê ji bo îstixbareta Siûdiyê kar dikir, bi 2 çekdarên El Qaîde yên bi balefira êrişî New York û Waşîngtonê kirî re derket.

Çavkaniyek ku navê wî veşartî hatî hiştin, Beyumî 2000’î li başûrê Kalîforniya bi çete Nawaf El Hemzî û Xalid el Midhar re ketiye nava peywendiyê.

Çavkaniyê ji FBI re jî diyar kir ku Beyumi ji nasnameya wê ya xwendekar wêdetir li konsulxaneya Siûdî “statûyek pir bilind” heye.

Rapor teqez dike ku Beyumi di warê veguhastin, rêwîtî, rûniştin û fînansekirinê de piştgirî da Hemzî û Midhar.

Rapor di heman demê de axaftin û danûstandinên têlefonî yên di navbera Beyumi û Enwer al-Ewlakî yê kesayetek payebilind ê El Qaîde ye ku 2011’an li Yemenê hatî kuştin jî eşkere kir.

Di belgeya ku hîn jî bi piranî nivîsên reşkirî hene, têkiliyek rasterast di navbera hikûmeta Siûdî û êrîşkaran de nekariye derbêxe.

Piştî ku xizmên mexdûran ên ku doz li Erebîstana Siûdî kirin, zext li Serokê DYA Joe Biden kirin, rapor hate weşandin.

Malbat hêvî dikin di belgeyên ku dê di 6 mehên pêş de werin eşkere kirin de, hîn zêdetir agahî werin parvekirin.

Sê serokên berê weşandina belgeyên veşartî yên têkildarî êrîşan red kiribûn.

Sedema vê yekê jî weke têkçûna têkliyên navbera Rîyad û Waşîngtonê de hatibû destnîşankirin.

Back to top button