ARTÊŞA TIRK TEVÎ ÇETEYÊN XWE DIZÎ, TALANKIRIN Û REVANDINÊ DIDOMÎNIN

Li Efrîna ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin her cure binpêkirin tê kirin. Artêşa Tirk û çeteyên wê revandina sivîlên û guhertina demografiya herêmê li Efrînê didomînin û li beramberî berdana wan pereyan dixwazin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li kantona Efrînê revandin û kuştina sivîlan didomîn in.

Her wiha guhertina demografîk û koçberkirina niştecihên resen û talankirina mal û milkên wan jî dewame.

Li gorî agahiyên ku ji gundê Xelîl ê navçeya Şiyê yê Efrînê hatine, çeteyên artêşa Tirk şêniyiyên gund revandine û li pêşberî berdana wan daxwaza pereyan kirine.

Navê çend kesên hatine revandin jî û ji malbatên wan pere hatine xwestin wiha ne;

Umer Heyder Reşîd li bermberî serbest berdana wî 3 hezar dolar

Mihemed Mihemed Cocan hezar û 500 dolar

Hesen Menan Calo hezar dolar

Arif Mehmûd Reşîd hezar dolar

û Mustefa Îbiş Cafer 6 hezar dolar

Li gorî agahiyên ji gundê Meydan Ekbes ê girêdayî navçeya Raco dane, 8 kes hatin revandin û çarenûsa wan heta niha ne diyar e.

Li beramberî berdana wan jî pere ji malbatên wan tê xwestin.

Li ser rêya navçeya Racoyê jî Çeteyên artêşa Tirk navenda tenduristiyê ya gişt veguhrandin depoyek cebilxaneyê û hemû alavên di navendê de dizîn.

Ji aliyekî din ve jî, artêşa Tirk tevî çeteyên xwe ve derfet nadin xwediyên zeviyên zeytûnan li herêma Zerafkê û Mabatê ku nava darên xwe cot bin û bikesixînin.

Çete dixwazin ku zeviyan bi pereyan bidin kesên ku sewalan xwedî dikin, her wiha çi kesê ku gazincan dikin jî têne cezakirin.

Leave a Reply

Back to top button