Kazimî bi Reîsî re civiya, vîzeya navbera Iraq û Îranê hat rakirin

Îraq ya dixwaze ji krîza aborî û siyasî xelas bibe, hewil dide têkliya xwe ya bi welatên cîran re baş bike.

Di vê çarçoveyê de, piştî serokwezîrê Iraqê Kazimî hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, vîzeya navbera her du welatan radibe.

Serokwezîrê Iraqê li Tehranê bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî civiya.

Piştî civînê Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di civîna çapemeniyê de axivî û diyarkir peywendiya Îranê li gel Iraqê di asta herî jor de ye.

Reîsî diyarkir ku di navbera Îran û Iraqê de vize namîne û wê ev yek bibe sedem hejmara geştiyarên ji Îranê diçin Iraqê hîn zêdetir bibe.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî axivî û got,

Peywendiyên Iraqê li gel Îranê dîrokî ne û di civînê de wan li ser projeyên aborî û stratejîk ên navbera her du welatan axivîne.

Kazimî diyarkir yek ji armancên her du aliyan zêdekirina asta bazirganiya navbera her du welatane.

Back to top button