Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 127 kesên din bi vîrûsa Corona ketin.
Hevserokê Desteyê Tendrustiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa ragihand ji kesên bi Corona ketin 83 mêr û 44 jin in.
Mistefa da zanîn ku kesekî din yê ku pêketibû baş bû û du kes jî jiyana xwe ji dest dan.
Heta niha hejmara pêketiyan li herêmê gihaştiye 22 hezar 958, ji wan 2 hezar 13 kes baş bûne û 802 kesan jiyana xwe ji dest dane.