Hêzên Asayîşê kujerên Rûken û hevjînê wê Esaf girtin

Li Kobanê du hefte berê jinek û hevjînê wê hatin kuştin. Li ser vê bûyerê, xelkê bajêr xwest Asayîş kujer bigire û edaletê bi cih bîne.

Hêzên Asayîşê jî hema yekser kete nav liv û tevgerê, dest bi lêkolînan kir û kesekî guman jê bir girt. Hêzên Asayîşê der barê mijarê de daxuyaniyek da û xwest gel ji wan piştrast be û ew ê nehêlin kes ewlehiya li herêmê têk bibe.

30’ê Tebaxa 2021’ê li Kobanê jina bi navê Rûken Hisên û hevjînê wê Esaf Ebas hatin kuştin.

Her wiha zarokê wan yê 8 salî jî bi giranî birîndar bû û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Kobanê.

Li hember vê bûyerê xelkê bajêr nerazî bû û xwest kujer were girtin û darizandin.

Ji bo vê jî, Asayîşê dest bi lêpirsîneke berfireh kir û kesekî jê guman bir kire binçavan û xistin mexferê.

Hêzên Asayîşê ev yek bi daxuyaniyekê ragihand û da zanîn ku ew kes niha di lêpirsînê de ye û piştî lêpirsîn bi dawî bibe wê encama wê bi raya giştî re parve bikin.

Hêzên Asayîşê xwest xelk ji wan piştrast be ku wê nehêlin ti kes ewlehiya herêmê têk bibe.

Hêzên Asayîşê ji malbataên Rûken û Esaf re sersaxî xwest û diyar kir ku wê nehêlin ti kes nirxên civakê binpê bikin û wê pêşî li kesan bigirin.

Back to top button