Çalakvanên Efrînê: Revandin, Talana xwezayê û dizî dewam dike

Kirin û sûcên hovane li Efrîna Dagirkirî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve her li darin. Ev yek jî, ji aliyê Tora Çalakvanên Efrînê û Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn ve tên belgekirin. Her dawî van rêxistinan bi dehan sûcên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di hefteyên borî de li Efrînê pêk anîne, belge kir.

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk ji bilî revandina şêniyan, sûcên li dijî xwezayê, bûyerên diziyê û guhartina binesaziya mirovî û demografiya herêmê didomînin…

Ev hovîtî û sûc rojane ji aliyê Tora Çalakvanên Efrînê û Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn ve tê belgekirin…

Herî dawî Tora Çalakvanên Efrînê bi bîr xist ku çeteyên ku navên “Polîsên Leşkerî” li xwe dikin, 22’ê Tebaxa 2021’an, dema 2 welatiyên Kurd gihaştin Efrîna dagirkirî ew revandin.

Her 2 kes piştî çend rojan ji îşkenceya fîzîkî û derûnî û dayîna fideyeke mezin hatin berdan.

Di hefteyên borî de 23 kes li navçe û gundên Efrînê hatin revandin

Di raporan de hate diyarkirin ku çeteyan 6’ê Îlona 2021’an, 5 welatiyên ji gundê Celemê yê girêdayî navçeya Cindirêsê revandin.

30’ê Tebaxê jî, çeteyan şêniyekî gundê Bedîna revandin. 4 kesên din revandin, yek ji wan hat berdan yên din jî hîna girtî ne.

31’ê Tebaxê jî MÎT’a Tirk parêzerekî Kurd ji navçeya Raco, parêzerek ji gundê Kêla yê navçeya Bilbilê û 28’ê Tîrmehê 2 şêniyên ji gundê Kêla hatin revandin.

Çeteyên Lîwa El-Weqas 30’ê Tebaxê 2 şêniyên gundê Enqelê yê navçeya Şiyê revandin û li hemberî serbestberdana wan fidye xwestin.

2’ê Îlonê welatiyekî Kurd ê ji gundê Birîmce yê navçeya Mabata li dergehê têketina Efrînê hate revandin.

24’ê Tebaxê jî welatiyekî ji gundê Avrazê yê heman navçeyê û birayê wî hatin revandin.

Çavkaniyên herêmî ji hundirê navenda bajarê Efrînê ragihandin ku çeteyên Cebhe Şamiyê 8’ê Îlonê şêniyekî gundê Qurt Qulaq ê navçeya Şera, ji bajarê Efrînê revand.

Ji gundê Kefersefrê yê girêdayî navçeya Cindirêsê jî çeteyên Lîwa Semerqend 6’ê Îlonê welatiyek revand û zêdetirî 100 hezar dolar fidye xwestin.

Her weha çete şêniyên resen neçarî derketinê dikin, milkên şêniyên Efrînê didizin û xwezaya wê jî talan dikin.

Hat diyarkirin 28’ê Tebaxê 70 darên zeytûnê ên welatiyekî ji gundê Seiryanilî, piştî 2 rojan 25 darên zeytûnan ên şêniyekî gundê Heyame, piştre jî 50 darên zeytûnan ên şêniyekî bajarokê Bilbilê birîn.

Ji bilî wê çeteyan 3’ê Îlonê agir bi 3 hektarên daristanên li dor gundê Xalta xistin.

Çeteyan bi piştgiriya komeleyên ji Qeter û Kiwêtê avahî lêkirin, şêniyên resen ên Efrînê neçar kirin ku malên xwe vala bikin û li wan avahiyan bi cih bibin.

Back to top button