Li Kerkûkê 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Şaneya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Iraqê ragihand ku li Kerkûkê di encama êrişên hewayî de 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Şaneya Ragihandinê ya hêzên ewlekariya Iraqê bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku piştî çeteyên DAIŞ’ê êrişî bendeke Lîwaya 20’an a polîsên Kerkûkê kir, hêzên wan bi rêya balefirên keşfê liv û tevgera çeteyan şopandine.

Hat gotin di encama şopandina balafiran de, baregeha çeteyên DAIŞ’ê hate bombebaran kirin û 6 çete hatin kuştin.

Back to top button