Ji ber şênî xeta avê dişkînin av nagihêje bajarê Hesekê

Ji ber ku dewleta Tirk nahêle ji Stasyona Elokê av bigihê bajarê Hesekê û gundên wê, sal û nîv e, pirsgireka avê heye. Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, ji destpêka salê ve ava Çemê Firatê bi boriyan dikişîne bajêr.

Lê ji ber ku gundên bi ser Hesekê yên li ser xetê, boriyan dişkînin û pê baxçeyên xwe û heywanên xwe av didin, projeya avgihandinê ya bajêr bi rêkûpêk nameşe. Erkdarên şaredariyê bi pirsgirêkan re mijûl dibin û van astengiyan ji holê radikin.

Li aliyê din, tevî ku saziya kehrebê, kehrebe da Elokê, lê dewleta Tirk li gorî lihevkirinê tevnageriya û av berneda.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Cotmeha 2019`an de Serêkaniyê dagir kirin û ji wê demê ve ava Stasyona Elokê ya diçe bajarê Hesekê bê navber qut dikin.

Ji ber vê, Rêveberiya Xweser jî her li rêyeke din a çareseriyê geriya û ji destpêka salê ve destpê kir bi boriyan berê ava Firatê da bajarê Hesekê.

Ji 1’ê Îlonê ve, Rêveberiyê weke tecrûbe av berdaye.

Lê ji bo av bigihîje bajarê Hesekê hinek astengî hene.

Ew jî ew in, şêniyên gundên bi ser Hesekê ku li ser xetê cih digirin, ji bo avdana baxçeyên xwe û hin pêdiviyên xwe yên din, boriya dişkînin û bi vî awayî dibin sedem av bi rêkûpêk negihîje bajarê Hesekê û gundên wê.

Nexasim jî gundên di navbera bajarokên Siwer, Mergede, Şedadê û Erîşe de boriyan dişkînin.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, meclis û şaredariyên bajarokên Şedadê, Mergede û Siwerên lûleyên ji xeta navendî diçin ji holê rakirin û wê bi vî awayî avê di demeke nêz de bigihîje Hesekê..

Hêjeyî gotinê ye, bi vê projeyê ji sedî 20 pêdiviya avê ya Hesekê tedarik dibe.

Ezîz Silêman: Me kehrebe da Elokê, lê Elokê av neda Hesekê

Li aliyekî din, Saziya Kehrebê ya navçeya Dirbêsiyê bi şertê ku Stasyona Elokê avê bide, kehrebe da Elokê.

Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe, li gorî lihevkirinê av bernedane.

Ji bo berdana ava stasyona Elokê, bi navbênkariya Rûsyayê lihevkirinek heye, lê dewleta Tirk û çeteyên li gorî vê lihevkirinê nameşin.

Hevserokê Stasyona Kehrebê ya Navçeya Dirbêsiyê Ezîz Silêman got, 24 saetan kehrebe dane stasyona Elokê, lê heta niha dewleta Tirk av bernedaye.

Back to top button