Talîban: Bi şertê rûgirtî jin dikarin biçin zanîngehê

Di serdema Talîban ya li Efxanistanê de, zextên li ser jinan zêdetir bûye. Talîbanê got, bi şertê rûgirtî jin dikarin biçin zanîngehê. Her wiha cilên wan jî pêwiste li gorî “çanda îslamê” be.

Piştî damezrandina hikûmetê, doh bi bilindkirina ala Talîbanê ya li ser avahiya serokatiyê re nîqaşên serdema rêvebeirya nû ya Talîbanê despêkir, bi xwere anî.

Wezîrê Perwerdehiya Bilind a Talîbanê Ebdulbaqî Heqqanî îro bi daxuyaniyekê şêwazê nû yê xwendinê eşkere kir.

Yek ji mijara herî zêde cihê mereqê bû, gelo wê Talîban li gorî salên 1996-2001’an çi guhertinê bide avakirin.

Di dema ku qala wê tê kirin de, çûyîna dibistanê ya jinan bi giştî qedexe bû.

Wezîrê Heqqanî her çiqasî îdia dike ku polîtîkayên wan ji bo jinê hatiye guhertin jî lê neçarkirina ji bo rûgirtinê fikirandina wan nîşan dide.

Her wiha destwerdana ji bo xwepêşandanên jinan û derbkirina wan jî gotinên Talîbanê bê wate dike.

Di nava 20 salên derbasbûyî de ti şertek ji bo cilên li xwe dihatin kirin nebû.

Back to top button