Dagirkeran 3 gundên Bakur Rojavayê Minbicê topbaran kir

Roj nîne ku herêm bêyê êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wî derbas bibe. Beriya çend kêliyan dagikeriya Tirk 3 gundên bakur rojavayê Minbicê topbaran kir. Beriya wê jî dagirkeran gundê Erîda û Evdiko yên Girê Sipî topbaran kir û 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker beriya çend kêliyan ji baregehên xwe yên li gundê Yaşlî yê dagirkirî gundên Camûsiyê, Edese û Seyade yên bakurê rojavayê bajarê Minbicê topbaran kirin.

Artêşa Tirk gundekî Minbicê bi doranan bombebaran kir

Îro Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundê El-Hemam ê bakurê rojhilatê Minbicê, bi balafireke bêmirov bombebaran kir.

Hat ragihandin Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ev êrîş têk bir.

Di topbarana li ser gundên Girê Spî de, 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn

Vê êvarê jî dagirkeran gundên Erîda û Evdiko yên rojavayê bajarê Girê Spî topbaran jî dan ber topan.

Di encama Toparanê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên navçeya Eyn Îsayê.

Dagirkeran du gundên Şerayê topbaran kirin

Di seatên piştî nîvor jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Bênê yê Şêrawa û gundên Malikiyê û Kela Şewarxe yên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kirin.

Back to top button