
Bi sedan şênî û ndamên Meclisa Malbatên Şehîdan ên Efrîn û Şehbayê bi meşekê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir.
Çalakvan li kolanên navçeya Ehresê meşiyan û li goristna şehîdên Berxwedana Serdemê veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de, ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şehbayê Hacir Memo axivî, diyar kir ku ev tecrîd ne-tenê li ser Rêber APO li ser wan hemiyan hatiya ferzkirin û got:
Wê dayikên şehîdan li dijî vê tecrîdê her di nava têkoşînê de bin.
Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Menal Şêxo jî destnîşan kir ku vîna wan li ser bingeha fikir û felsefeya jiyana azad a rêber Apo hatiye avakirin.
Menal diyar kir ku divê jin asta têkoşîna xwe bilind bike û xwedî li armancên şehîdan derkevin.