
Li Dêrazorê di operasyoneke ewlehiyê ya Yekîneyên Antî Teror yên QSD’ê de çeteyekî DAIŞ’ê hate girtin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya ya Hêzên QSD’ê ragihand ku yekîniyên Antî Terorê yên QSD’ê operasyonek li bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê li dar xist û endamekî şaneyeke DAIŞ’ê girt.
Hat ragihandin ku alavên teknîkê yên li gel wî çeteyî jî hatin desteserkirin.
Navendê da zanîn çeteyê hate girtin êrişên terorîst li dijî bend û nuqteyên ewlehî û leşkeriyê pêk dianî.
QSD’ê destnîşan kir ku ev çalakiya 3’emîn di vê mehê de ye ku QSD’ê bi desteka Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ’ê li dardixe.