Li Diyalayê 3 leşkerên Îraqî di êrişekê de hatin kuştin

Li çend parêzgehên Îraqê, nemaze Diyala, Kerkûk û Mûsilê, êrişên DAIŞ’ê roj bi roj zêde dibin.
Li bajarê Diyalayê DAIŞ’ê êrişî bendeke kontrolê kir û 3 leşker kuştin.

Li gundê Talîa yê parêzgeha Diyalayê çeteyên DAIŞ’ê duh êvarê êrişî bendeke artêşa Îraqî kir.

Di encama êrişê de, 3 leşker hatin kuştin.

Heman rojê, çeteyan li devera El-Ezîmê bi çekên sivik êrişî bendeke artêşê kir û leşkerek birîndar kir.

Jixwe berî vê êrişê bi rojekê, li bajarê Nînewayê 3 leşkerên li ser destên DAIŞ’ê hatibûn kuştin û gelek birîndar bibûn.

Li Kerkûkê jî ji ber liv û tevgera zêde ya şaneyên DAIŞ’ê, artêşa Îraqî duh operasyoneke hewayî pêk anî.

Şaneya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariyê eşkere kir ku di operasyonê de 6 çete hatin kuştin.

Back to top button