LI BAJARÊN HESEK Û DÊRIKÊ PÊNGAVA KOMKIRINA ALÎKARIYÊ DEST PÊ DIKE

Bi armanca komkirina alîkariyeke mezin ji welatiyên rojhilatê Kurdistanê ku zirar ji ber leheyê dîtin, Heyva Sor a Kurd konê komkirina alîkariyê li bajarê Dêrîkê vekir. Bi heman armancê li bajarê Hesekê jî pênagava komkirin alîkariyê hate destpêkirin.

Ji bo alikariya Mexdurên rojhilatê kurdistanê ku ji ber lêhiyê zerer dîtine, li bakur û rojhilatê Sûrî jî kampanya alîkariyê hatiye despêkirin.

Heyva Sor a Kurd a Hesekê û meclisa kantona Hesekê bi daxuyaniyekê pêngava komkirina alîkariyê ji kesên ku zirar dîtin, ragihandin.

Pêngav îro destpê kir û wê heta 25`ê Nîsanê dewam bike.

Pêngav bi slogana “Bi hev re ji bo piştgiriya gelê me li Rojhilatê Kurdistanê” pêk hat.

Bi heman armancê, Heyva Sor a Kurd li herêma Dêrîkê jî îro dest bi pêngav komkirin alîkariyê kirin.

Konê alîkariyê li navenda bajarê Dêrîkê hate vedan, tê payîn ku pêngav hefteyekê bidome.

Pêngav bi daxuyaniyekê hate destpêkirin û di dxuyaniyê de wiha hat gotin:

Bi armanca alîkariya mezin ji welatiyan re, em Heyva Sor a Kurd bang li hemû welatî, sazî, koperetîfan, rêxistinên mirovî

û alîkariyê û şaredariyê dikin ku piştgiriya birayên xwe li Rojhilatê Kurdistanê bikin.”

Şêniyên bajarê Dêrîkê jî berê xwe didin kon da ku alîkariya şêniyên Rojhilatê Kurdistanê bikin.

Leave a Reply

Back to top button