Baregehên Hemasê yên li Xezayê ji aliyê Artêşa Îsraîlî hatin bombebaran kirin

Di navbera Îsraîl û Filistînê de hevrikî dewam dike.
Vê sibehê balafirên Îsraîlê li bakur û naverasta Xezayê çend deverên Tevgera Hemasê bombenbaran kirin.

Li gor agahiyan, Îsraîlê li Xezayê baregeha Yermûkê ya li devera Meenê ya li Xan Yûnisê û devera Dêr El-Belih bombebaran kirin.

Di heman demê de, 4 mûşek avêtin leşkergeheke Tabûrên El-Qesam a li Refehê.

Artêşa her wiha ji keştiyên şer baregeha Esqelanê ya li bakur-rojavayê Beyt Lahya ya girêdayî komên Filistînî topbaran kir.

Artêşa Îsraîlî duh ragihandibû ku li bajarê Sedîrûtê 4 kes bi mûşekên komên Filistînî birîndar bûn.

Artêşê got “pergala wan a pasrastin”ê 2 mûşekên ji Xezayê hatibûn berdan, bêbandor kirin.

Back to top button