“Ciwanan enerjî û hêza civakê ne, bêyî vê enerjiyê welat nikare pêşbikeve”

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbic diyar kir ku bi taybet a ciwanan, penabertî enerjiya welatê têk dibe. Pêwîstiya welat vê demê ji her demê zêdetir bi ciwanan heye.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbic û Gundewarê wê Ehmed Yûsif li ser hewldanên terikirina welat ji aliyê ciwanan ve axivî.

Ehmed Yûsif got di demekê de ku pêwîstiya welat bi avakirinê heye, hin alî hewl didin ciwanên li Sûriyê bidin koçberkirin û wan tengav bikin.

Yûsif anî ziman ku ciwan enerjî û hêza civakê ne, bêyî vê enerjiyê welat nikare pêşbikeve.

Her wiha da xuyakirin ku ciwan bi vê penabertiyê texmîn dikin ku wê asoyên nû ji xwe re vekin, lê li derve bandoreke neynî li wan dibe, ji guhartina raman bigire û heta bi zextên ku li welatê xerîbiyê zehmetiya wê dikişînin.

Di dawiya de Ehmed Yûsif ev bang kir:

“Divê rêveberî û sazî hîn zêdetir bi ciwanan û rola wan a di civakê de eleqedar bibin, derfetên kar ji wan re peyda bikin.

Her wiha divê ciwan ji bo parastina vê enerjiyê hevkar bin.”

Back to top button