HPG: Ji bo hilanîna tola fermandar Diljîn 8 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê ji bo tolhildana yek ji fermandarên gerîla Diljîn Marya Dêrsim li herêma Botanê li artêşa Tirk ya dagirker dan. Di encama çalakiyên gerîlayan de li qada Gabarê 8 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û wesayîteke zirxî jî hat rûxandin. Artêşa Tirk ya dagirker careke din sûcê şer pêk anî û li dijî qada Werxelê ya herêma Avaşînê gaza jehrî bikaranî

Gerîlayên Azadiyê li bakur û başûrê Kurdistanê di çarçoveya pêngavên şoreşger de derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dagirkeran û çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Egîdên Botanê de li artêşa Tirk ya dagirker hate xistin û ev agahî parve kir,

“6’ê Îlonê artêşa Tirk ya dagirker li qadên Findikê, Çiyayê Bizina û Şehîd Bahoz yên girêdayî herêma Gabarê a bi ser navçeya Basa ya Şirnexê operasyon dan destpêkirin.

Hêzên me li qada Şehîd Bahoz yekîneyeke dijmin xistin bin kontrolê û lê dan. Di encama vê çalakiyê de bi kêmanî 2 dagirker hatin cezakirin. Piştî vê çalakiyê dagirker 7 Îlonê ji qadê vekişiyan.

Artêşa Tirk ya dagirker li qada Çiravê a girêdayî herêma Gabarê a bi ser navçeya Dihê ya Sêrtê operasyon dan destpêkirin. 7 Îlonê di navbera gundên Aval û Nîtê de li wesayîteke zirxî ya dagirkeran hat xistin.

Di encama vê çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûn û wesayîta zirxî jî hat rûxandin.
Piştî vê çalakiya serketî dagirkeran kuştiyên xwe bi helîkopteran ji qadê birin.”

HPG’ê diyar kir ev çalakî ji bo tolhildana yek ji fermandarên herêma Gabarê Diljîn Marya Dêrsim ku 23 Tebaxa 2021 di encama bombebaranê de şehîd bûbû hat lidarxistin.

“Artêşa Tirk li Werxelê gazên jehrî bikaranî û careke din sûcê şer pêk anî”

HPG’ê derbarê berxwedana qada Werxelê ya bi ser herêma Avaşînê jî ev agahî perve kir,

“12 Îlonê artêşa Tirk ya dagirker qada berxwedanê Werxelê bi çekên giran bombebaran kir. Piştî bombebaranê di navbera berxwederên Werxelê û hêzên dagirker yên ku dixwestin bi pêşde werin şer derket.

Tevî bikaranîna hemû cureyên teknîkê jî dagirker nikaribûn li pêşberî berxwedana hêzên me pêşbikevin. Artêşa Tirk ya dagirker 13 Îlonê careke din sûcê şer pêk anî û qada berxwedanê Werxelê bi gazên jehrî bombebaran kir.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker bi helîkopter û balafirên şer êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Hat gotin, 11 û 12’ê Îlonê qadên Mervanos, Tabûra Ereba, Girê Spî, Girê Sor û Girê Silêman yên bi ser herêma Avaşînê; gundê Banîkê û qada Pîrbila yên bi ser herêma Heftenînê û Girê Deştanê ya girêdayî qada Sinînê ya bi ser herêma Xakûrkê hatin bommbebaran kirin.

Back to top button