Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 146 kesên din bi Coronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 146 kesên din bi vîrûsa Corona ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr.Ciwan Mistefa diyar kir kesên bi vîrusê ketine 92 mêr û 54 jin in.

Mistefa eşkere kir ku 6 kesên din ji vîrûsê baş bûne.

Heya niha li herêmê hejmara pêketiyan gihaştiye 23 hezar û 104 kesan ji wan 2 hezar û 19 kes başbûne û 809 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button