Rêveberiya Xweser nirxê kîloyê pembû ji 1950 kir 2500 lîre

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser îro nirxê kîloyê pembû weke 2500 lîre diyar kir.

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser biryara hejmara 10’an derxist û nirxê kîloya pembû weke 2500 Lîreyê Sûrî diyar kir.

Berîya çenda rojan jî Desteyê nirxê kîloyê pembû weke 1950 lîre diyar kiribû.

Îsal jî li herêmên Rêveberiya Xweser 49 hezar hektar pembo hatiye çandin.

Ji bo wergirtina pembo jî Rêveberiya xweser 4 navendên pembo li herêmê vekirine.

Hikumeta Şamê jî kîloya kirîna pembû weke 1500 lîre diyar kiribû, tevî vî nirxî jî, wê Hikumet baca 10 salan ya elektrîk, av, telefon, şaredarî, tomarkirina otomobîlan ji fatûra pembo ya Cotkaran bibire.

Back to top button