Piştî 10 salan serokwezîrekî Îsraîlê serdana Misrê dike

Piştî 10 salan cara yekem serokwezîrekî Îsraîlê serdana Qahîre kir. Serokomariya Misrê ragihand ku wê Serokwezîrê Îsraîl Neftali Bennett bi Serokomar Ebdulfeteh El Sîsî re bicive.

Berdevkê Serokomariya MisIrê Bessam Radî got,

Ji bo hewildanên ji nûve zindîkirina pêvajoya aştiyê ya navbera Îsraîl û Filistînê, Sîsî pêşwazî li Bennett kir.

Hevdîtina dawîn a di navbera serokê Misirê û serokwezîrê Îsraîlê Çileya 2011’an de pêk hatibû.

Wê demê serokomarê Misrê Husnî Mubarek li gel Serokwezîrê berê yê Îsraîl Benjamin Netanyahu civiya bû.

Misir welatê herî mezin yê Ereban e, piştî şerê desalan di 1979’an de li gel Îsraîlê peymana aştiyê îmze kir.

Di meha Gulanê de, Qahîre rolek sereke di pêkanîna agirbesta navbera hêzên Filistîn û Îsraîlê de leyîstibû.

Misir ya têkliyên xwe yên dîplomasî û aborî li gel Îsraîlê diparêze, di haman demê de bi nûnerên Hemas û Serokê Filistînê Mihemed Ebbas re jî civiya.

Serdana Bennett piştî 10 roj ji serdana Ebbas ya bi Sîsî pêk hat.

Back to top button