BI DERFETÊN KÊM DESTKEFTIYÊN MEZIN BI DEST XIST

Îro salvegera damezrandina Meclisa Sivîl a Reqayê ye. Meclisê karî dinava xebatên xwe yên 2 salan de ji bo şêniyên herêmê xebateke berfireh ya rêxistinkirin û alîkariyê bide kirin. Her wiha meclisê ji bo pêşerojê jî gelek projeyên pêşxistina warê xizmetguzarî daniye pêşiya xwe.

Hêzên QSD’ê 17’ê Cotmeha sala 2017’an paytexta çeteyên DAIŞ’ê bajarê Reqa rizgar kir.

Beriya rizgarkirina bajar bi 6 mehan Meclisa Sivîl a Reqa hat rizgarkirin.

Ango Meclis di 18’ê Nîsana 2017 an bi tevlîbûna rûspiyên herêmê li navçeya Eyn Îsayê Meclisa Sivîl a Reqayê hat ragihandin.

Hema piştî avabûnê, Meclisê bi lez û bez û di serî de karê paqijkirina bajêr ji bermahiyên şer dest bi xebatên xwe kir.

Helbet ji bo paqijkirina paytexta xîlafetê; bê bandorkirina mayînan pêwîst dikir.

Lewma tîmên endizyarê yên hêzên ewlekariya hundirîn ev erk girtin ser milê xwe û bajêr paqijkirin.

Li gorî endamê Desteya Hevserokatiya Meclisa Reqayê Munîr El-Xelef niha di nava saziyên li Reqayê de zêdetirî 10 hezar kes kar dike.

Piştî 4 salan ji tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê, vegerandina zarokên herêmê ji xwendinê û derxistina wî fikrê tarî ji serê wan yek ji karên herî zehmet bû.

Lewma Komîteya Perwerde û Fêrkirinê bi israeke mezin di nava salekê de karî derdora 82 dibistan li navenda bajêr sererast bike û zêdetirî hezar xwendekarî ji tevahiya astên xwendinê hemêz bike

Û ji bo perwerdekirina van şagirtan jî 5 hezar mamoste ji beşên cuda eyar kir.

Debara jiyana şêniyên Reqayê jî li ser çandiyê ye.

Lewma Meclisê girîngiyeke taybet da vî milî .

Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê li ser asta piraniya hilberînan, gelek planên ji bo piştgiriya warê çandiniyê danîn.

Bi taybet avakirina koperatîfên çandiniyê.

Di heman demê de rêxistinkirina zeviyan, ji bo peydakirina pêwîstiyên çandiniyê ji semad, derman û sotemeniyê.

Li kêleka vê yekê jî 12 stasyonên avdanê hatin sererastkirin.

Meclisa Sivîl Reqayê plan dike di van rojên pêş de jî pira Reqaya kevin were vekirin.

Gava herî hêja û pêwîst jî sererastkirin nexweşxaneya Wetenî ya bajêr bû piştî ku bi temamî ji xizmetê derktibû.

Li gorî Meclisê mizgîniya vekirina wê jî di van rojên pêşiya me de ye.

Li gorî rayedarên Meclisa Reqayê derftên kêm li pêşiya wan dibe asteng.

Lê dîsa jî bi hemû derftên xwe hewl didin jiyana asayî ji şêniyên herêmê re vegerînin.

Û plan dikin di demên pêş de girîngî bidin pêşxistin, jinûve sererastkirina warên xizmetguzarî û peydakirina hîmen jiyanê yên sereke weke av û kehrebê.

Leave a Reply

Back to top button