Meclisa Şehbayê êriş û dorpêça li ser herêmê şermezar kir

Meclisa herêma Şehbayê, êrişên dewleta Tirk a dagirker û dorpêça hikumeta Şamê li ser herêmê, şermezar kir.

Îro Meclisa Herêma Şehbayê daxuyaniyek da raya giştî û tê de bi bîr xist ku dewlet Tirk di vê dema dawiyê de êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye.

Meclisê bal kişand ser bêdengiya li hemberî êrişan û got, dewleta Tirk a faşîst ji bo tunekirina neteweya demokratîk êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike.

Meclis di dewama daxuyaniya xwe de hewldanên dewleta Tirk ji bo vejandina DAIŞ`ê destnîşan kir û anî ziman ku dewleta Tirk hewl dide fitneyê bixe nava pêkhateyên Ereb û Kurd.

Meclîsê îşaret bi armanceke din a rêveberiya Şam û Enqereyê kir û got, armanca dorpêça hikumeta Şamê û êrişa dewleta Tirk ew e, gel tengav bibe, herêm vala bibe û vîna gel bişikê.

Meclisê di dawiyê de sûcên dewleta Tirk û kirinên hikumeta Şamê şermezar kir û bang li rêxistinên hiqûqî, navneteweyî û mirovî kir ku bi berpirsyariya xwe rabin.

Back to top button