Dîplomasiya Kurd mohra xwe li Cejna Hûmanîte da

Festîvala Cejna Humanîte angi Mirovahî ya ku ji aliyê rojnameya komunîst a Fransî Hûmanîte ve hate organîzekirin, pêk hat.. Rêvebera Kongra Star di pîrozbahiyê de ji hezaran kesî re axivî û got,Piştevaniya gelên cîhanê hêzeke mezin dide têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Li Fransayê ji sala 1930’î ve weke kevneşopî ‘Fête de I’Humanîte’-Fêt Dê lûmanîtê yanî Cejna Mirovahî tê lidarxistin.

Cejn ji aliyê Rojnameya komunîst a Fransî Humanîte ve her salê tê pîrozkirin.

Îsal ji ber şewba koronayê tenê 40 hezar kes tevlî bû.

Dîsapora Kurd li Fransayê bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk bi çand û çalakiyên xwe yên siyasî cihê xwe di nava pîrozbahiyê de girt.

Her wiha hunermend Farqîn Azad, Diyar Mahrovî, Devrîm û Denîz Yavûncû kêf û coşa beşdarên pîrozbahiyê parve kirin.

Li qada festîvalê mirovên enternasyonalîst ji bo balê bişînin ser tecrîda li Îmraliyê pirtûkên Rêber Ocalan belav kirin.

Her wiha bi hezaran rozetên “PKK ne terorîst e, berxwedêr in” ku ji aliyê çalakvanên Fransî ve hatibûn amadekirin li girseya gel hatin belavkirin.

Ji rêveberên tevgera jinan a Rojavayê Kurdistanê, Asya Abdullah di pîrozbahiyê de ji aliyê hezaran kesî ve bi coş hate pêşwazîkirin..

Asya Abdullah diyar ku ew bi piştevankiya gelên cîhanî kêfxweş in.

Di berdêla têkoşîna azadiyê de me bi hezaran şehîd dan. Armanca me a sereke ji vê têkoşînê azadiya jinê ye.

Niha li dijî êrişên Tirkiye ku dixwaze jiyan û projeya me tine bike, tişta bê kirin, berxwedan e.

Lewma ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi piştevaniya nav-neteweyî heye.

Back to top button