Parêzer Serbay Koklu:DMME ev 10 sal in dosyaya tecrîdê daye rawestandin

Ev 23 sal in Rêber Apo li zindana girava Îmraliyê êsîr tê girtin û di bin tecrîdeke giran de ye.Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) jî ev 10 sal in dosyaya tecrîda li Îmraliyê daye rawestandin.Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Serbay Koklu têkildarî mijarê nerazîbûna xwe nîşan da û got:Tevî ku 10 sal di ser serlêdana me re derbas bûye, DMME’yê hîn biryarek nedaye.HDP’ê jî xwest li dijî tecrîda li Îmraliyê têkoşîna hevpar mezin bikin.

Rêber Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê bi tevneke navdewletî 23 sal in hişk tecrîd kiriye.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) jî 10 sal in dosyaya têkildarî tecrîdkirina Rêber Apo daye rawestandin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Serbay Koklu li ser mijarê ji ajansa ANF’ê re axivî.

Serbay koklu nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê heta ti niha biryarek nedayê û got;

”Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê li ser hin dosyayan di nava du salan an jî herî zêde 7 salan de biryarê dide, lê belê dema ku mijar dibe Ocalan ji sala 2011’an û vir ve dosya bi encam nekiriye”

Parêzer Serbay Koklu bi bîr xist ku zindana Îmralî ne tenê di kontrol û rêveberiya Tirkiyê de ye, di kontrol û
hiqûqa navneteweyî û hiqûqa Ewropayê de ye, û got:

Berpirsiyariya Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê-DMME, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û Neteweyên Yekbûyî heye ku yekser kontrol bike.

HDP: Tecrîd weke pergalekê li tevahî civakê tê ferzkirin

Partiya Demokratîk a gelan HDP’ê jî di encamnameya civîna xwe ya navbera 11-12 Îlonê de bang li her kesî kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê têkoşîna hevpar mezin bikin.

HDP’ê di encamnameyê de işaret bi tecrîdkirina Rêber Apo kir û got:

”Di şexsê Birêz Ocalan de tecrîd weke sîstemekê li tevahiya civakê tê ferzkirin. Lewma divê em hemû li dijî tecrîdê têkoşînê mezin bikin.

Back to top button