SOHR: Gundewarê Idlib û Hemayê hatin topbarankirin

Di bin navê guhertina rêjîmê de, li Sûrî bêtirî 10 salane hem şerekî navxweyî û hem jî destwerdana hêzên derve heye.. Lê ji çareseriyê zêdetirî, vî şerî tenê wêranî û paşerojeke nediyar bixwe re aniye. Lewma şerê di navbera aliyan de bi ti awayê naqede. Her dawî, li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî, vê sibê Rojavayê Hemayê û Çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatin bombardimankirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî ku navenda wê li Londonê ye têkildarî şerê di navbera hêzêm hukûmeta Şamê û komên çekdar da agahî belav kirin.

Li gorî vê,

Herêmêm Bakur-rojavayê Hema û Başûrê Idlibê ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatin bombardimankirin.

Çavdêriyê têkildarî encama van êrişan ti agahiyên zêde parve nekirin.

SOHR: Balafirên Rûs nêzî navendeke artêşa Tirk li Idlibê bombardiman ki

Çavdêriya Mafa Mirovan wekî din îdîa kir ku balafirên şer ên Rûs devera Barê ya Çiyyayê Zawiyê jî bombardimankirin.

Li nêzî devera bombardimankirî, navendeke artêşa Tirk jî heye.

Artêş derbasî rojavayî Derayê dibe

Derbarê rewşa dawî ya li bajarê Derayê jî, çavdêriyê ragihand ku hêzên hukûmeta Şamê îro bajarokê El-Yadûdê yê rojavayê Derayê ji 4 aliyan ve dorpêç kir.

Li gorî daxuyaniyê armanc ji vê yekê pêkanîna peymana Rûsyayê ye.

Ev tevger piştî wê yekê pêk hat ku doh di navbera rûspiyên El-Yadûdê û nûnerên Şamê de lihevkirinek çêbibû.

Ji bo pêkanîna vê lihevkirinê, Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê û komîteya ewlehiyê ya Hikumeta Şamê derbasî bajarok bûn.

Back to top button