Artêşa Tirk ji bo avakirina qereqolan darên Çiyayê Cûdî dibirre

Dewleta Tirk tevî cerdevanan li Çiyayê Cûdî darên sedsalî dibirrin û talan dikin.

Piştî ku artêşa Tirk darên li herêma Besta û Çiyayê Çilnimêja birrîn li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê jî dest bi birrîna darên sedsalî kir.

Artêşa Tirk a qirker ji bo çêkirina qereqol û kalekolan dara dibirre.

Li qadên bi ser Gundik Remo darên bi emir ên behîv, kezwan û guvîjan têne birîn.

Têkildarî mijarê gundiyan got, artêşa Tirk cerdevanan ji Bajarokê Sêgirka Qilebanê tîne.

Back to top button