QSD’ê li derdora bajarê Hesekê 2 çeteyên DAIŞ’ê girtin

Operasyonên QSD’ê li dijî şaneyên DAIŞ’ê dewam dikin. Hêzên Sûriya Demoqratîk li gundewarê Hesekê 2 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê têkildarî operasyonên dawî yên QSD’ê dijî şaneyên DAIŞ’ê li herêmê daxuyaniyek da.

Hat ragihandin ku QSD’ê bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê li derdora bajarê Hesekê pêk anî.

Di encama operasyonê de 2 endamên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hatin girtin û çek û cebilxaneyên wan jî bi dest xistin.

QSD’ê raghand ku yek ji wan çeteyan berpirsyarê şaneyên DAIŞ’ê li gundewarê Hesekê ye û plankirina sûcên kuştin û êrişa nuqteyên leşkerî dikir.

QSD’ê eşkere kir ku ev operasyon di çarçoveya xebatên hevbeş ên bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re ye ku ji bo şopandina û têkbirina şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê pêk tên.

Her wiha duh QSD’ê operasyonek li bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê li dar xistibû û endamekî şaneyeke DAIŞ’ê girtibû.

Back to top button