Ciwanên şoreşger yên Efrînê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagiker û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya Tirk re şermezar kirin.
Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Efrînê bi meşekê êriş û hevkariya PDK’ê bi dijminê gelê Kurd ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.
Meş ji deriyê ketina navçeya Ehdesê ya kantona Şehbayê destpê kir û li naverasta bajarok veguharî mîtîngê.
Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Efrînê Diyar Efrîn axaftin hate kirin û got,
“Tu hêz nikare vîna me bişkîne û heta serkeftinê emê li ber xwe bidin.”
Diyar Efrîn destnîşan kir ku ti cudahî di navbera dijmin û PDK’ê de tineye, ji ber ku herdu li dijî doza kurdan disekinin.
Di dawiyê de bang li ciwanan hate kir ku li hemberî dagirkeriya Tirk û xiyanetê têkoşînê xut bikin.