Li Norwêcê koalîsyona çep bi ser ket

Li Norwêcê di hilbijartinên parlemetoyê koalîsyona ji partiyên çep bi ser ket.

Li Norwêcê çar salan carekê meha Îlonê ji 19 herêmên hilbijartinê 169 nûner ji bo parlamentê (Stortinget) tên hilbijartin.

Di asta welêt de 9 partiyên siyasî yên mezin, di asta herêman de jî gelek partiyên biçûk ên siyasî tevlî hilbijartinê dibin.

Di hilbijartinên îsal de koalîsyona ji partiyên çep bi ser ket.

Koalîsyona çep a ji 5 partiyan pêk tê, ji 169 kursiyên li parlamentê 104 kursiyan bi dest
xist.

2 ciwanên Kurd ketin parlamentoya norwecê

Di vê hilbijartinê de 2 kurd kete parlamentoya Norwecê

Manî Huseynî yê ji Rojavayê Kurdistanê ji bajarê Qamoşloyê weke namzetê Partiya Karker hate hilbijartin.

Her wiha jina ciwan Seher Aydar jî ji Bakûrê Kurdistanê ye li bajarê Konyayê koçî jorweçê kiribûn, ew jî di Partiya Sor dew weke namzet hate nişandayîn û hate hilbijatin.

Back to top button