HDP’ê bi israr li dijî tecrîdê meşek li darxist

Tevî ku polîsan rê li pêşiya çalakiyê girt,

Lê HDP’ê bi israr li pêşiya avahiya xwe ya li Qada Newrozê ya Sêrtê, bi armanca bidawîkirina tecrîca li ser Rêber Apo, meşek li dar xist.

Endam û hevserokên partiyên Kurdistanî û gelek welatî cihê xwe li tenîşta HDP’ê girtin da ku daxuyaniyê bidin, lê polîsan rê li dayina daxuyaniyê gitin.

Girseya ku astengiyên polîsan protesto kirin, li ser Rêya Aydinlaran dest bi meşê kirin.

Meş bi diruşmeya ‘Dem dema azadiyê ye’ hate li darxistin û pandartên ‘Tecrîd nayê qebûlkirin’ û ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’ hatin hildan.

Welatiyan jî bi çepik, tilîlî û nîşaneya serketinê destek dan meşvanan.

Back to top button