Matay Hena: Em amade ne di ber gel û xakê de berdêlên giran bidin

Dagirkeriya Tirkî asta êrişên xwe yên li ser herêmê zêdetir kiriye..

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena got ew amade di ber gel de berdêlên giran bidin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, bi dijwarî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.. bi taybetî li herêma Til Temirê.

Di vê çarçoveyê de, berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena daxuyaniyek weşand.

Matay Hena eşkere kir ku artêşa Tirk rojane gundên Til Temirê yên nêzî eniyên şer topbaran dike û topan bi ser sivîlan de dibarîne.

Matay Hena destnîşan kir ku Tirkiyeya dagirker van êrişan eşkere pêk tîne û civaka navdewletî bêdeng e..

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî di dawî de got:

“Em vîna xwe ji gelê xwe digirin.

Em ê bersivê bidin êrişan û amade ne di ber gel û xakê de berdêlên giran bidin”.

Back to top button