Artêşa Tirk a qirker vê sibê bi awayekî bê ser û ber careke din gûndewarê Minbicê Topbaran kir.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um Edesa yê Bakur- Rojavayê bajarê Minbicê bi awayekî dijwar topbaran kir.
Her wiha Artêşa Tirk a qirker û çeteyên wê dûh êvarê jî gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawayê bi top û obîsan topbaran kir.
Ji ber topbaranê hin malên welatiyan hilweşiyan, ziyanên canî çênebûn.