Hikûmte nû ya Lubnanê duh civîna xwe ya yekemîn li dar xist

Li Lubanê, hikûmeta nû ya bi serokatiya Necîb Mîqatî ku piştî 13 mehan ji valahiyeke siyasî hate avakirin, duh yekemîn civîna xwe li dar xist .

24 endamên hikûmeta nû ku tenê 1 jin di nav de, bi amadebûna serokê dewletê Mîşal Ewn, civîna xwe li Qesra Serokatî dar xist.

Di civînê de, komîteya amadekirina daxuyaniya wezaretê hat avakirin.

Ew daxuyaniya wezaretê dê pêşkêşî Parlaman Lubanê bê kirin da ku Parlaman bawerî bide hikûmeta nû.

Lubnana ku niha kirêzeke giran a aboriyê jiyan dike, gelek pirsgirêkên ku nehatiye çareserkirin li benda hikûmeta nû ye.

Hikûmeta nû ji bo ku Lubnan ji krîza aborî xilas bike, pêwîst e bi lez lihevkirinekê bi

IMF re bike.

Her wiha erka din ya duyemîn ku li pêşiya parlamenê, pêkanîna hilbijartina ku dê gulana 2022’an de pêk bê ye.

Serokê hikûmeta Nû Necîb Mîqatî di civînê de anî ziman gelek zehmetî li pêşiya hikûmetê ne û divê pêkanînên awarte bêne kirin da ku pirsgirêkê sereke weke peydakirina derman û sotemenî bêne derbaskirin,

Back to top button