Ciwanên Slêmaniyê: Yên xiyanetê li neteweya xwe bikin wê tûne bibin

Li Silêmaniyê, ciwanan ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîlayên azadiyê û şermezarkirina kirinên PDK’ê dijî rojnamevan û çalakvanên Behdînanê, meşek li dar xisit.

Meşa ciwanan bi tevlîbûna gelek wealtiyên Silêmanî, li cadeya Salim a Silêmaniyê destpê kir û heta Baxê Giştî yê bajêr dewam kir.

Li ser navê Komeleya Ciwanên Welatparêz Rêdur Germiyanî daxuyanî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de zextên PDK’ê yên li ser girtiyên Behdînanê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re hatin şermezarkirin..

Rêdur Germiyanî diyar kir ku ji mafê gerîlayên azadiye ye ku xaka Kurdistanê biparêzin û li dijî dijminan li ber xwe bidin .

Germiyanî balkişand li ser xiyaneta PDK’ê û got:

” Ciwana hêza xwe ji berxwedana gerîla û Îmraliyê digrin. Wê ti demê gel û gerîla ji hev qut nebin. Yên ku xiyanetê li neteweya xwe dikin, wê tune bibin.”

Back to top button