Rêveberiya Xweser hewl dide rê li ber hawirdekirina derman bigire

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî deman, dorpêça aborî rê li ber hawirdekirina gelek kelûpelan girtiye.
Ji bo çareserkirina vê pirsgirikê, Rêveberiya Xweser bi alîkariya hin karsazan li Minbicê kargeheke derman vekir.

Di nava dorpêç û aloziya heyî de, her wiha tevî nebûna madeyên çêkirinê, Rêveberiya Xweser li Kantona Minbicê kargeheke derman a bi navê “Farma Land” vekir.

Bi vekirina vê kargehê, Rêveberiya Xweser hewl dide rê li ber hawirdekirina derman bigire.

Kargeha Farma Land gelek cureyên dermanan çêdike û berî û piştî çêkirinê, derman bi rêya hin alavên taybet tên taqîkirin.

Back to top button