LEŞKERÊN TIRK OTOBUSEK GULEBARAN KIR Û AJOKAR BIRÎNDAR BÛ

Leşkerên Tirkiyê otobusek li ser rêya Dirbêsiyê gulebaran kir û ajokarê wê bi giranî birîndar kir.

Li gorî ajansa Hawarê hat ragihandin ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor vê êvarê gule li otobuseke Şirketa Weşûkanî ya veguhestinê reşandin dema li ser rêya Dirbêsiyê re derbas dibû.

Hat diyarkirin ku otobus li beramberî qereqoleka artêşa Tirk a dagirker a li ser sînor hate gulebarankirin.

Di encamê de ajokarê otobusê bi giranî birîndar bû û ziyan gihiştin otobusê.

 

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close