Zelal Ceger: Pêngav gavek girîng bû

Derbarê salvegera pêngavê Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger jî axivî û girîngiya pêngavê destnîşan kir û got:

”Bi vê pêngavê re gelê Kurd hem ji bo parastina destkeftiyên xwe, hem jî ji bo azadiya rêber Apo gaveke girîng avêt”

Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera 40’emîn a derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de salek berê pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ ragihandibû.

Bi ragihandina pêngavê re li her çar perçeyên Kurdistanê û li Ewropyayê çalakiyên cur be cur pêk hatin û li hember êrişên dewleta Tirk berxwedanek mezin hat nîşandan.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger li ser salvegera pêngavê û bandora wê ya li Rojhilata Navîn û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û pêngav weke gavek girîn bi nav kir û got, ”Bi vê pêngavê re gelê Kurd hem ji bo parastina destkeftiyên xwe, hem jî ji bo azadiya rêber Apo gaveke girîng avêt”.

Zelal Ceger: Lazime jin bêhtir tevli pêngavê bibin

Hevseroka TEV-DEM’ê behsa tevlibûna jinan a ji pêngavê re jî kir û got, ”Rola ku jinan di çarçoveya hemleyê de lîstiye, gelekî girîng bû. Ji bo wê jî lazime tevgerên jinan bêhtir çalakiyan bikin”.

Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger di dawiyê de da zanîn ku ji bo rêxistinkirina gel û xurtkirina pêngavê perwerde tên dayîn û ev bang li gel kir, ”Pêwîste her kes di mezinkirina pêngavê de bi erka xwe rabe.”

Back to top button