Duran Kalkan: Li dijî faşîzmê, her rêbaza têkoşînê rewa ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan li dijî faşîmzê rêya berxwedanê nîşanê civakê da û got;

Bi berxwedana topyekûn em dikarin faşîzmê têk bibin. Divê her rêbaz bê bikaranîn. Dubare dikim; her rêbaz.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haber TV bû.

Kalkan destpêkê bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û got;

Asta berxwedan û têkoşînê ya heyî, tecrîdkirina Rêber Apo bidawî nekirin.
Ev yek nîşanî me dide ku divê zêdetir kar bikin.

Tenê bi têkoşînê, tecrîd wê ji holê rabe. Lazime gelê me ne li benda tiştekî cuda be.

Li şûna bendewariyê divê her kes, bi derfetên xwe li ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşe.

Duran Kalkan îşaret bi kirinên faşîzan ên rejîma AKP-MHP’ê kir û got:

Çawa ku di dîrokê de dijî faşîzma Hîtler, Saddam û Franko têkoşîn hatibe kirin, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê jî divê bi wî rengî têkoşîn bê kirin.

Başe ger tê gotin, AKP-MHP dîktatoriyeke faşîst e, wê demê li dijî wê lazime çi were kirin?

Şerê şoreşgerî pêwîst e, şerê antî faşîst pêwîst e, divê artêşên demokrasiyê bêne avakirin û şer bê kirin.

Her mirov dikar awayê xwe ê têkoşînê hilbijêre. Ama tişta girîng ew e ku em piştgiriyê bidin hêzên şer dikin.

Yên xwedî hêz û derfet, dikarin tevlî şer bibin.

Ji ber ku bixwe êrişeke topyekûn e, faşîzm bi berxwedaneke topyekûn dikare bê hilweşandin.

Di vî warî de erka herî mezin dikeve ser milê ciwanan.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê anî ziman ku artêşa Tirk li hemberî berxwedana gerîlla har bûye û wiha dewam kir:

Ji destê artêşa Tirk were wê çekên nukleerî bikar bîne

Sûcên şer dikin. Dagirkerî heye, komkujî hene. Êrişî goristanan dikin. Hew maye ku çeka nukleerê bi kar bînin.

Em dibînin, kes zêde li ber vê êrişkariyê ranabe. Mîna ku bêjin,

Du hêz şer dikin, bihêlin bila şer bikin. Hin jî dibêjin,

Bila nêzî sivîlan nebin û tenê êrişî gerîla bikin.

Ev helwest hêzê dide dijmin ku zêdetir êriş bike.

Ya îro li çiyayên Kurdistanê têkirin, xeta berxwedana zindanan a 1982’an e. Xeta pêngava 15’ê Tebaxê ye. Çawa ku bi wan berxwedanan faşîzma12’ê Îlonê hate hilweşandin, niha jî berxwedana gerîla wê heman encamê bi xwe re bîne.

Berxwedana herî pîroz û pêşeng berxwedana gerîla ye.

Ew berdêlê didin pêş çavên xwe. Her roj şehîdan didin. Derba kuştinê li dijmin dixin. Hêviyê mezin dikin.

Back to top button