Kampa Holê.. penaberekî din ê Iraqî hat kuştin

Xeteriya li kampa Holê bi dawî nebûye, îro dîsa penabereke din ya Iraqî hat kuştin.

Îro li kampa Holê penabera Iraqî Islam Heysem Rezûqî ya 17 salî hat kuştin.

Çavkaniyan ji kampê da zanîn ku Islam çend fîşek di serî û sênga xwe de xwarine.

Penabera navborî li beşê yekê yê kampê dimîne.

Kampa Holê ji mezintirîn kampên li Bakur û Rojhilatê Sûrî ye.

Bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin ji ber wî jî xeternaktirîn kampên li Cîhanê tê hesibandin.

 

Back to top button