Li Efrîna dagirkirî hovîtiya dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê, her ku diçe, zêdetir dibe. Dagirkeran li Efrîna dagirkirî kesekî din revandin û ew birin Ezazê. Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan jî eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk nahêlin şêniyên gundê Beradê yê Şêrawa biçin nava zeviyên xwe û bacê li wan ferz dikin.
Sûc û hovîtiya dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî bê navber dewam dike.
Li Efrînê mal û milkên xelkê rojane tên dizîn û talankirin.
Tevî van sûc û hovîtiyan, civaka navnetewî xwe li kerr û laliyê daniye…
Hat diyar kirin Efrînê çeteyên koma bi navê Cebhe El-Şamiyê ya dewleta Tirk ciwanekî din revandin.
Ciwanê ku hatî revandin, Mahir Miqdad ê ji gundê Qere Baba a navçeya Raco ye.
Eşkere bû, çeteyên ku Mahir Miqdad revandine, di berdêla berdana wî de 5 hezar dolar ji malbatê xwestine.
Çeteyên dagirker rê nadin Efrînî biçin nava zeviyên xwe
Li aliyê din Koma bi navê “Feyleq El-Şam” a girêdayî dewleta Tirk a dagirker, der heqê şêniyên gundê Beradê yê navçeya Şêrawayê de biryareke nû daye..
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan eşkere kir ku çeteyên Feyleq El-Şam rê nadin ku şêniyên gund biçin nav zeviyên xwe..
Çavdêriyê got:
“Ji bo şêniyên Beradê bikarin biçin nav zeviyên xwe û berhemên xwe biçinin; divê destpêkê destûrnameyek ewlehiyê ji çeteyên li gund wergirin û bacê bidin.
Şêniyên gund ê ku li gor biryara çeteyan tevnegere, dê bê girtin û cezakirin”.
Dewleta Tirk bi van biryaran, hewl dide Efrînîyên ku li ser xaka xwe mane jî bide koçberkirin, mal milkên wan desteser bike û çeteyan lê bi cih bike.
Di vê çarçoveyê de, çeteyên Sultan Murad li gundê Kefer Cenê yê Şerayê, mala şêniyekî desteser kirin.
Li gorî Çavdêriyê, xwediyê malê li Helebê dimîne û xizmê xwe bi kirê lê bi cih kiriye.
Çavdêriya Sûrî da zanîn ku çeteyan piştî desteserkirinê ew kes ji malê derxistin û mal ji bo xwe kirin baregeh.