HPG: Berxwedana gerîla ya li qada Werxelê dewam dike

Li herêma Avaşînê di navbera gerîla û artêşa Tirk ya dagirker de şerekî giran diqewime. HPG’ê diyar kir berxwedana gerîla ya li qada Werxelê dewam dike, Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel jî ji ber çalakiyên li herêmên Avaşîn, Metîna û Gabarê hêzên gerîla pîroz kir.

Di çarçoveya pêngavên şoreşger de hêzên gerîla li dijî êrişên artêşa Tirk ya li ser başûrê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî nîşan didin.

Tevî hemû çekên giran û bikaranîna gazên kîmyewî jî hêzên dagirker nikarin bi pêşde biçin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dagirkeran û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê derbarê berxwedana di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de ev agahî parve kir,

“13’ê Îlonê artêşa Tirk ya dagirker piştî ku Qada Berxwedanê Werxelê bi çekên giran bombebaran kir xwest bi pêşde biçe. Li ser bersivdana berxwederên Werxelê şer qewimî.Li ser berxwedana mezin ya hêzên me dagirker nikaribûn bi pêşde biçin.”

HPG’ê da zanîn 13’ê Îlonê derdora gundên Êdinê, Deşîşa, Kêste, Hirorê û Serarû yên girêdayî bajaroka Kanî Masî ya bi ser Amêdiyê û qadên Kela Qumriyê û Koordînê bi helîkopterên şer û obusên ji qereqolên ser sînor hatin bombebaran kirin.

Hat diyar kirin heman rojê gundê Şiyê û qada Kafya ya girêdayî bajaroka Dînartê ya bi ser navçeya Akrê jî bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

NPG’ê Ji ber çalakiyên li Avaşîn, Metîna û Gabarê hêzên gerîla pîroz kir

Li aliyê din di encama çalakiyên gerîlayan de 7’ê Îlonê li herêma Gabar ya Şirnexê 8, 12’ê Îlonê li qada Werxelê ya Avaşînê 4 û heman rojê li Girê Koordînê ya herêma Mtînayê jî 5 leşkerên Tirk yên dagirker hatibûn kuştin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji ber van çalakiyan hêzên gerîla pîroz kir û wiha got,

“Bi destpêkirina sala duyemîn a pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’, hêzên me yên gerîla ji Gabarê heta Avaşîn û Metînayê li her cihî taktîkên gerîla yên dema nû bi rengekî serketî xistin meriyetê û derbên giran li dagirkeran xistin.

Ev asta ku hatiye nîşandan di heman demê de radixe pêş çavan ku gerîla wê bi çi rengî têkevin sala duyemîn a pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’.

Back to top button