PKK:Em ê têkoşîna azadiyê ya Seîd Uçlu û Îrfan Guler bighînin serketinê

Şoreşgerên Kurd Seîd Uçlu û Îrfan Guler li Rojavayê Kurdistanê di encama nexweşiyê de şehîd bûn. Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê her du şoreşger bibîranî û wiha got, “Em ji ber keda wan her du hevalên şoreşger ên mezin bi rêz û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna wan a azadiyê bigihînin serketinê.”

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Îrfan Guler (Adil Ûrfa) 14’ê Adara 2021’ê, Seîd Uçlu (Ferat Pîr) jî 29’ê Adara 2021’ê şehîd bûn.

PKK’ê diyar kir her du şoreşgerên mezin yên têkoşîna azadiya Kurdistanê Îrfan Guler û Seîd Uçlu di çarçoveya nivîsandina romana şoreşê de derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbûn û li wir ji ber nexweşiyê şehîd bûn û wiha hat gotin,

“Cihê heval Îrfan û Seîd ku du şoreşgerên mezin bûn, nayê dagirtin. Her du hevalan jî hemû jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd û mirovatiyê feda kirin. Di vê oxirê de hê ji pêvajoya komê û şûnde di nav têkoşîna azadiya gelê Kurd de şopên mezin hiştin.”

PKK’ê diyar kir Îrfan Guler û Seîd Uçlu, du endamên herî berhemdar ên Dibistana Wêjeyê ya Şehîd Şîlan Baqî û milîtanên dilnizm ên Partiyê bûn û bi berpirsyariyeke mezin hemû erkên xwe bi serkeftî pêk anîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, xeta azadiyê ya Rêber Apo û şehîdan bi hemû aliyê xwe ve pêşkêşî hemû beşên civakê û ciwanên Kurd kirin û di zanakirina civaka Kurd û herikandina wan ya nava şoreşê de tevkariyeke girîng raber kirin.

PKK’ê ji malbatên her du şoreşgeran û gelê Kurd re sersaxî xwest û got,

“Em êş û xemgîniya wendakirina ji nişka ve ya ev her du çavkaniyên dewlemend ên şoreşa me ya azadiya Kurdistanê dijîn. Em ji ber keda ku her du hevalên şoreşger ên mezin bi rêz û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku di her kêliya jiyana me ya têkoşînê de bîranîna wan bijîn û têkoşîna wan a azadiyê bigihînin serketinê.”

Back to top button