DAIŞ’Ê KOMARA KONGOYÊ WEKE WÎLAYETA XWE LI AFRÎKAYÊ RAGIHAND

Çeteyên DAIŞê Komara Kongoyê weke wîlayeta xwe li Afrîkayê ragihand.
Her wiha êrîşek xwe li wir pêk anî, di encamê de 3 kes hatin kuştin.

Rêxistina çeteyên DAIŞ’ê roja pêncşemê êrîşek li komara Kongoya Demokratîk ku wê weke wîlayeta Navenda Afrîkayê ragihand, pêk anî.

Di encama êrîşê de 2 leşker û sivîlek hatin kuştin.

Çavkaniyeke girêdayî NY got;

Hersî kes roja Sêşemê li bajarokê Bofata di şerê li hember çeteyan de jiyana xwe ji dest daye.

Ev bajarok, ji tundiya çeteyan û di heman demê de ji êşa EBOV Îbolayê gazinan dike.

Bêhtirî 12 komên çete li vê herêmê ango li rojhilatê Komara Kongoyê hene.

Ji ber ku heman çavkaniyê diyar kir ku li gorî hinek şahidan, ev êrîş koma bi navê Hêzên Hevbend ên Demokratîk pêk aniye ku dibe girêdana xwe bi DAIŞê re hebe.

Leave a Reply

Back to top button