Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe êrişên xwe yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Dagirkeran careke din êriş birin ser gundên Minbic û Şêrawa ya navçeya Efrînê.
Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji dûh ve bi dijwarî êrişî gundê Um Edesa yê Bakur-Rojavayê bajêr dikin.
Navendê destnîşankir ku êriş, ji baregeha Dewleta Tirk ya li gundê Yaşlî tên kirin.
Navendê dîyar kir ku ji ber topbaranê zirarên mezin gîhiştîye malên sivîlan û heta niha 50 topên hewan û obîsan li gund ketine.
Li aliyê din arteşa Tirk a dagirker gundên Aqibe û Benê yên navçeya Şêrewayê a Efrînê topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, dûh êvarê jî gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa topbarankir.
Ji ber topbaranê hin xanîyên welatiyan hilweşiyan.