Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 181 kesên din bi vîrûsê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 181 kesên din bi vîrûsa Corona ketin û 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya Xweser jî ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrûsa koronayê îro biryara qedexekirina kombûnan û lixwekirina devpoşkan derxist.

Îro, Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rê li belavbûna vîrosa korona bigire, bi biryarekê daxwaz ji welatiyan kir ku bergiriyên pêwîst bigirin.

Rêveberiay Xweser bi biryarekê kombûnên mezin qedexe kir

Rêveberiya Xweser li ser pêşniyara Şaneya Krîzê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li gorî biryara Desteya Tendirûstiyê, ev biryar girtin:

– Kombûn li (holên şahiyan, konên şînê, civînên mezin, kongre û meşan) qedexe ye.

– Divê her kes devpoşkan li xwe bikin û bergiriyên pêwîst ku rê li belavbûna vîrûsa korona bigire, pêk bîne.

Ev biryar ji 17’ê meha Îlonê ve derbasdar in.

Hêjayê bi bîrxistinê ye ku heta niha li herêmê 23 hezar û 285 kes bi Coronayê ketine,

812 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 26 kes baş bûne.

Back to top button