Pêşengên Talîbanê li kurin?

Li Efxanistanê metirsiya li welat ji her demê zêdetire. Talîban ya ku hikumeta nû ya welat ragihandî bê pêşengmaye.

Di nava çapemeniyê de nûçeyên lîderên Talîban fikarên li nava tevgerê zêdetir kir. Pirsa herî zêde tê kirin jî pêşengên Talîbanê li kurin?

Talîban ya ku nûçeyên derbarê pêşengên xwe de red kir, nekarî belgeyên dilê alîgirên wî rehet dike pêşkêş bike.

Di demekê de ku serdema Talîbanê ya li Efxanistanê tê nîqaşkirin, îdiayên balkêş ji nava Efxanistanê derdikevin.

Di nava demên dawiyê de îdiayên di nava çapemeniya welat û cîhanê de, Tevgera Talîbanê neçar kir ku daxuyaniyekê bide.

Talîbanê kuştina Baradar derewand

Ji berdevkên Talîbanê Suheyl Şahîn, gotegotên ku dibêjin Mela Ebdulxanî Baradar yê hefteya borî wekî cîgirê serokwezîr hatibû wezîfedarkirin ku di pevçûnekê de birîndar bûye an miriye, derewand.

Şahîn di peyama xwe ya li ser Twitterê de got;

“Tiştê ku tê gotin bi tevahî bê bingeh û derew e.”

Tevî berdevkê Talîbanê dîmenên vîdyoyê yên kesê ku wî wekî Baradar nîşan dide weşand, lê nehat piştrast kirin ku kengê ev wêne hatine kişandin an bi rastî ew Baradar e yan na.

Daxuyaniya Talîban piştî demek dirêj ji nûçeyên mirina Baradar hat.

Li gorî îdîayan, di navbera alîgirên Baradar û alîgirên Wezîrê Karên Hundir Siracuddîn Heqqanî de pevçûn derket.

Hat îdiakirin ku Baradar di van bûyeran de jiyana xwe ji dest daye yan jî bi giranî birîndar bûye.

Li aliyê din rêveberiya Talîbanê jî gelek nûçeyên ku di nava wan de parçebûn heye red kiriye.

Baradar yê weke pêşengê Talîbanê ye, balkêşe ev demeke dirêje derneketiye pêşberî kamereyan.

Herî dawî Baradar dema serdana Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman el Tanî ya ji Kabulê re hatibû dîtin.

Ma lîderê Ruhanî yê Talîbanê axundzade jî miriye?

Li aliyê din, rêberê rûhanî yê tevgerê, Mela Heybatullah Axundzade, ji 15ê Tebaxê ku Talîbanê Kabul kontrol kir, derneket pêşberî kamerayan.

Lê lîderê Talîbanê hefteya bihurî der barê avakirina hikumeta nû de daxuyaniyek da.

Nûçeya mirina Mela Omer, rêberê damezrênerê Talîbanê, 2 salan ji aliyê rêxistinê ve hatibû veşartin û 2015’an bi raya giştî re hatibû parvekirin.

Di nava du salan de, daxuyanî û hevpeyvînên Mela Omer ên radyoyê hatin weşandin û rastî hat veşartin.

Back to top button