Rûsya bi Belarûsê re tetbîqatek berfireh lidar dixe

Rûsya bi Belarûsê re tetbîqatek berfireh lidar dixe. Di tatbîqatê de, herdû welat hêza xwe nîşan didin.

Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku wan cara yekem di tetbîqata Rûs-Belarûsê de, 2 çekên xwe yên nû jî ceribandine.

Tetbîqata Zapad-2021’an ya navbera Rûsya û Belarûs ev hefteyeke despê kiriye.

Di tetbîqatê de nêzî 200 hezar leşker cih digirin.

Helîkopterên Rûsya jî ji bo parastina leşkerên li bejahî û rêvekirina wan, yek bi yek li armancên hatîn diyarkirin xistin.

Her wiha li herêma Brest a perwerdê ya Belarûs jî leşkerên bejahî ber bi xalên hatîn diyarkirn ve bipêşde diçin.

Wezareta Parastinê ya Rûsya jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan cara yekemîn çeka Uran-9 û robotên şer yên Nerehta bikar anîne.

Back to top button