Koşka Spî: Em ji bo peywendiya li gel Koreya Bakurî amade ne

Piştî Koreya Bakurî moşekên nû ceribandin, ji Koşka Spî daxuyanî hat.
Koşka Spî ragihand ku ew amade ne li gel Koreya Bakurî bikevin nava peywendiyan.

Cîgira Berdevka Çapemeniyê ya Koşka Spî Karine Jean-Pierre bi daxuyaniyekê diyar kir ku DYA amade ye bi Koreya Bakur re bikeve nava danûstandinan û got:

Helwesta DYA li hember Koreya Bakur neguheriye.

Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreyê (KCNA) ya ku ji aliyê dewletê ve tê kontrolkirin ragihand ku moşekên navbera parzemînan 11-12’ê Îlonê bi awayekî serkeftî ceribandine.

Hate îdiakirin ku moşekan piştî durbûnek hezar û 500 kîlometre bi serkeftî li armancên xwe dane.

Tê gotin, ji kesên herî nêzî lîderê Koreya Bakurî Par Jong Chon di dema ceribandinê de çavdêrî kiriye.

Li gorî nirxandinên Pak, ev nîşaneyek din ya mezin ji teknolojiya parastin û pîşesaziya çekan a welate.

Piştî rawestandina danûstandinên ji bo bêçekirinê ya navbera DYA û Koreya Bakurî de, herî dawî Pyongyan di meha Adarê de, moşek ceribandibûn.

Back to top button